Hiqûqnas ji bo ‘mafê hêviyê’ amadekariya serlêdanê dikin.
Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak diyar kir ku ger ji bo “mafê hêviyê” sererastkirin neyên kirin ew ê rewşê ragihînin Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û wiha bi lêv kir.
”Em amadekariyên serlêdana giştî ya li Meclisê dikin”.
Gengeşeyên li ser “mafê hêviyê” yê Rêber Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê tê girtin, di rojevê de ne.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) nepêkanîna “mafê hêviyê” yê girtiyan, li dijî mafên mirovan dibîne.
Di 18’ê Adara 2014’an de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê cezayê muebbedê yê girankirî yê rêber Abdullah Ocalan ê bêyî berdana bi şert, li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) dît.
Lê tevî biryara DMME’yê jî, di çarçoveya sererastkirina navborî de tu gav nehatine avêtin.
Di vî warî de gelek serlêdan ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) re hene ku ka biryarên DMME’yê tên bicihanîn yan na.
Komîteyê di civîna xwe ya navbera 17-19’ê Îlonê de careke din biryarên binpêkirina DMME’yê xist rojeva xwe û heta Îlona 2025’an dem da Tirkiyê ku gavên berbiçav bavêje.
Lê tevî biryarên DMME û hişyariyên komîteyê jî di vî warî de tu sererastkirin nehatin kirin.
Parêzer di çarçoveya “mafê hêviyê” de serlêdanek nû ji komîsyonê re amade dikin.
Her wiha ji bo Meclisê jî amadekariya serlêdaneke giştî tê kirin.
Serhat Çakmak: Mafê Hêviyê ji ber sedemên siyasî pêk nayê
Têkildarî serlêdanên ku dê di çarçoveya “mafê hêviyê” de bên kirin, Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak aixvî û got:
Mafê hêviyê ji ber sedemên siyasî pêk nehatiye.
Ji bo ku rêber Abdullah Ocalan jê sûd wernegire tu sererastkirin nehatine kirin.
Tirkiye hê jî di nepêkanîna wê de israr dike.
Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç herî dawî got ku di qanûnê de der barê mafê hêviyê de tu sererastkirin nîne.
Serhat Çakmak: Ji bo Rêber Apo di pêvajoyê de rol bilîze ‘Mafê Hêviyê’ girîng e
Çakmak diyar kir ku wan li ser “mafê hêviyê” komeke xebatê ava kiriye û pêşnûmeya ku divê sererastkirin çawa bê çêkirin amade kirine û wiha bi lêv kir:
Me serlêdana komî ya ji bo Meclisê kiriye rojeva xwe.
Em ê li ser guhertinên ku divê di bin banê Meclisê de bên kirin, bixebitin.
Heta niha zêdeyî 7 meh derbas bûne. Ger gavên erênî neyên avêtin, em ê ji bo civîna meha Îlonê ya komîteyê wekî sazî agahdar bikin.
Em ê dîsa bipirsin ka Tirkiye di heyama salekê de çi kiriye.
Ji bo mafê hêviyê divê Tirkiye hiqûqa xwe ya navxweyî biguherîne û ji bo rêber Apo di pêvajoya nû de rola xwe bilîze “mafê hêviyê” pir girîng e.



