“Konferansa Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re ya Navneteweyî” dewam dike.
Di roja yekemîn a Konferansê de panel hatin lidarxistin û bal hat kişandin ser girîngiya banga dîrokî ya Rêber Apo.
Li paytexta Îtalya Romayê, “Konferansa Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re” ya Navneteweyî destpê kir.
Ji welatên cuda zêdeyî 300 kes tevlî konferansê bûn.
Roja yekem a konferansê bi panelan destpê kir.
Piştî axaftinên vekirinê panela bi navê “Banga Rêber Apo û aştî” hate lidarxistin.
”Êdî dem hatiye ku Rêber Apo azad bibe”
Her wiha gelek kes di panêlê de axivîn û gotin:
Rojava ji bo demokrasiya cîhanê nirxeke girîng e.
Fikr û felsefeya rêber Apo jî ji bo hemû cîhanê girîng in.
Rêber Apo bi demokrasiyê pirsgirêkan çareser dike, divê demildest Rêber Apo azad bibe.
Piştî panelê li Navenda Çandê ya Araratê xwarênên Kurdî hat nasandan û Muzîka Folklorî ya Îtalyayê hat pêşkêşkirin.
“Konferansa Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re ya Navneteweyî” bi çalakiyên cûda dewam dike.



