Jinên kantona Tebqayê bi boneya 32’yemîn salvegera wefata wê, dayika Ûweyş bi bîr anî.
Dayikên şehîdan û dayikên aştiyê yên kantona Tebqayê bi çalakiyekê ku li baxçeyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê hate lidarxistin, bi boneya 32’yemîn salvegera wefata wê, dayika Uweyş a dayika Rêber Abdullah Ocalan ku di 11’ê Nîsana 1993’yan de koça dawîn kir, bi bîr anî.
Di çalakiyê de daxuyaniyek ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatin El Şêx Nasir ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Dayika Ûweyş bû nimûneya dayikên têkoşer. Wê êşa koçberî, çewisandin û tunebûnê kişand û li hemberî şert û mercên siyasî û civakî bi sekneke xurt li ber xwe da.
Dayika Ûweyş di têkoşîna gelan a ji bo azadî û demokrasiyê de bûye çavkaniya îlhamê.”
Di dawiya çalakiyê de beşdaran dayikên şehîdan ên ku di rêya aştî û edaletê de kur û keçên xwe feda kirine, silav kirin.



