NY ragihand ku ji dema hilweşîna rêjîma baas ve 400 hezar penaberên Sûriyî ji welatên derdorê û zêdetirî milyonek koçberên li hundirê welat, vegeriyane warên xwe.
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) duh ragihand ku ji (8 Kanûna 2024) ve 400 hezar sûriyeyî ji welatên cîran û zêdetirî milyonek koçberên navxweyî vegeriyane malên xwe.
UNHCR’ê hişyarî da ku dibe ku 1.5 milyon nikaribin vegerin û eger destek neyê dayîn ne dûr e yên hatine jî dîsa Sûriyê biterikînin..
UNCHR’ê destnîşan kir ku pêdiviya nêzî 16 milyon û 700 kesî an ku ji sedî 90’ê sûriyeyiyan bi alîkariyên mirovî heye.
Her wiha bi bîr xist ku heya niha zêdetirî 7 milyon û 400 kes li hundirê Sûriyeyê koçber in.
UNHCR’ê ji bo alîkariya 1.5 milyon penaber û 2 milyon koçberan bike ku di sala 2025’an de vegerin malên xwe, pêngavek dabû destpêkirin.
Lê belê ev yek pêk nahet çimkî sala 2025’an 575 milyon dolar ji bo bernameyên UNHCR’ê yên li Sûriyê pêwîst e.



