Meclisa Olî ya Kongra Îslama Demokratîk a kantona Reqayê bi hevkariya Rêveberiya Çand û şûnwaran û Zanîngeha Şerq semînerek diyalogê li darxist.
Semîner bi dirûşmeya “Nêrîna Ol û Rewşenbîrî li Sûriyeke Pir-Etnîkî û Mezhebî” pêk hat
Tê de rewşa ku Sûriye tê re derbas dibe, girîngiya pêkvejiyana civakî û hevgirtina di navbera hemû pêkhateyên Sûriyê bi giştî hate nîqaşkirin.
Di semînerê de mijarên wekî Jin di navbera ol û çandê de, rastiya cihêrengî û pirrengiya etnîkî û nijadî di mîrateya mirovî de û xwendina olî ya rewşenbîrî a cihêrengî û pirrengiya mezhebî hatin gotûbêjkirin.



