Şandeyeke Desthilata Şamê hat bajarê Hesekê.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn pêşwazî li şandeyê kir.
Di şandeyê de, Serokê Komîteya Desthilata Şamê ya pêkanîna peymana 10’ê adarê Hisên Selamê û endamê komîteyê Mihemed Qenatirî pêk tê.
Di wê hevdîtinê de, temamkirina bendên peymana QSD’ê û Şamê hat nîqaşkirin.
Her wekî destnîşan kirine ku gerek Bendava Tişrînê dûrî hemû êrişan bê hiştin.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê got ku di hevdîtinê de hatiye piştrastkirin ku divê hemû tevgerên şer li Sûriyê werin rawestandin û Bendava Tişrînê dûrî êrişan bikeve.
Her wekî herdu nîqaşkiriye ku gerek komîteyek were avakirin da ku koçberên bi darê zorê derketine, li cî û warê xwe vegerin.
Di wê hevdîtinê de navên endamên komîteya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku dê bi Desthilata Şamê re bide û bistîne jî hat eşkerekirin.
Li gor nûçeyê, endamên komîteyê ev in: Foza Yûsiv, Ebid Hamid Mihbaş, Ehmed Yûsiv, Senherîb Bersom, Sozdar Hacî ne.
Her wekî Meryem Ibrahîm û Yasir Silêman jî dê berdevkiya komîteyê bikin.



