Karwanê alîkariyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku berê xwe dabû Berava Sûriyê hat astengkirin û vegeriya Kantona Tebqayê.
Li gor aghaiyên me bi dest xistine, ji ber nakokiyên di navbera hin komên di bin kontrola Desthilata Şamê de, ev karwanê alîkariyê derbas nebûye.
Duh karwanê alîkariyê yê duyemîn bi piştgiriya Heyva Sor a Kurd û Rêveberiya Xweser berê xwe da Berava Sûriyê.
Lê belê, îro ji ber nakokiyên di navbera hin komên di bin kontrola Desthilata Şamê de ev karwan hat astengkirin.
Nakokiyên Komên desthilata Şamê karwanê alîkariyê asteng kir
Li gor agahiyan ku berî niha Desthilata Şamê derbaskirina karwan erê kiribû, lê belê îro hat astengkirin.
Ev karwanê alîkariyê ji nêzî 14 hezar pakêtên xwarin û alavên tenduristiyê pêk tê.
Hêjayi bi bîrxistinê ye ku konvoya yekemîn ji 10 hezar paketên xurekê pêk dihat, 17’ê Adarê ber bi berava Sûriyê bi rê ketibû û li mexdûrên êriş û komkujiyan hatibû belavkirin.



