Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Bedran Çiya Kurd, guhertinên li ser erda Sûriyê çêdibin nirxandin.
Wî got ji bo sûriyeke nû di nava hemû hewildanan de ne.
Taybet dibêje, bêyî rawestandina destwerdana Tirkiyê û vekişîna wê ya bi temamî ji Sûriyê, aramî pêk nayê
Di nava lezbûna guhertinên herêmê û sûriyê de, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke hêzeke siyasî û leşkerî ya bi hêz hewl dide projeyek ne-navendî ava bike.
Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Bedran Çiya Kurd, di hevpeyvîneke taybet li gel rojnameya sûriya û rewşên wê, hûrgiliyên rêkeftina li gel deshilata Şamê, pêşbîniyên pêwendiyên li gel Tirkiyê, kêşeyên ewlekarî û siyasî û rêya dîtineke berfireh ji bo Sûriyeke piralî eşkere kirin.
Wî hebûna pêwendiya ne-rasterast bi Enqerê re ji bo bidestxistina têgihiştinên meydanî yên bi bandora siyasî piştrast kir û tekez kir ku aramî pêk nayê bêyî rawestandina destwerdana Tirkiyê û vekişîna wê ya bi temamî ji Sûriyê.
Bedran Çiya Kurd: Tirkiyê pirojiya Rêveberiya Xweser wek metirsiyê dibîne
Bedran Çiya Kurd dibêje wan bi xebatên xwe yên li ser asta siyasî, leşkerî û civakî xwest ku ji encamên neyînî dûr bikevin.
Li ser dijminatiya Tirkiyê ya li hemberî projeya rêveberiya xweser jî Çiya Kurd got Tirkiye vê yekê wekî metirsiyek li ser ewlehiya xwe ya neteweyî dibîne.
Taybet piştî peymana dawî ya di navbera Fermandariya Giştî ya QSD û deshilata şamê hat îmzekirin têk çûn, lewma Tirkiye niha neçar e hebûna Rêveberiya Xweser û QSD qebûl bike.
Şêwirmendê Rêveberiya Xweser dibêje bi rêya navbeynkaran di navbera wan û Tirkiyê de danûstandin heye ku li ser erdê bigihin lihevkirinekê.
Bedran Çiya Kurd: Sîstema siyasî ya li Şamê ne li gorî daxwazên gelê Sûriyê ye
Çiya kurd ev jî got ku Heya niha sîstema siyasî li Şamê çênebûye û rewşa niha ne li gorî daxwazên gelê Sûriyê ye û ne jî li gorî projeya wan ne, lewma ev rê li ber astengiyan vedike.
Wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, helwesta me derbarê çareseriya siyasî ya Sûriyê diyar e, em teşwîq dikin ku diyalogeke niştimanî ya Sûrî-Sûrî ku her kes tê de beşdar bibe hebe.
Çiya kurd rêkeftina li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi erênî nirxand û jibo xurtkirina aştiya li seranserê Sûriyê mînakekî baş dît.
Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Bedran Çiya Kurd dawiyê tekezî li li ser bingehê formulek rêveberî ya berfireh ku sûriyeke ne-navendî û piralî ava bike, jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên misoger bike, aştiya medenî pêş bixe, kir.



