Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 633’yan bi koma 124’an bi biryardariyek xurt didome.
Nobeta dewrgirtinê li saziya ciwanên Mexmûr bi beşdariya gel û çalakvanan hate lidarxistin.
Li wir, li ser navê koma 123’yan Mamoste Yûsûf peyamên Rêber Apo bibîrxist û got:
“Ji bo pêvajoya aştiyê bigihêje serî, divê rojek ji ya din zûtir tecrîda heyî bi dawî bibe.”
Her wekî Mamoste Yûsûf piştgirî da pêngava ku Rêber Apo daye destpê kirin û got:
“Tevgera Azadiya Kurdistanê agirbest ragihandiye, lê dewleta Tirk hîn jî bi hovane êriş dike.
Divê li hember van kiryaran em çalaktirbin.”
Piştî axaftinan koma 123’an çalakî dewrî koma 124’an kir.



