Li bajarê Helebê, têkildarî rola jinan di avakirina Sûriya nû de, Meclisa Jinan ya Partiya Sûriya Pêşeroj civînek lidarxistin.
Civîn bi durişmeya” Bi têkoşîna jinên Sûriyê, em ê Sûriya demokrat ava bikin” li hola Losiyan ya taxa Suryan hat birêvebirin.
Endamên ji partiyên siyasî , tevger û rêxistinên jinan ji tevahî Sûriyê beşdarî civînê bûn.
Beşdaran rewşa jinan di aloziya Sûriyê de, danezana destûra nû ya Sûriyê û geşedanên dawî nîqaşkirin.
Piştî beşdaran nerînên xwe anîn ziman, civîn bi encamnameyekê bi dawî bû.
Hin xalên encamnameyê wiha ye:
Kar û xebatên jinan dûrî destwerdanên derve ji bo avakirina Sûriyeke serbixwe û serwer.
Sererastkirina destûra nû ku mafê jinê tê de li gorî pîvanên qanûnî bê misogerkirin û teqezî bi sîstema hevserokatî di rêvebirina saziyan de.
Tevlîkirina jinan di danûstandinên siyasî de û beşdariya jinan di tevahî saziyên Sûriya nû de.
Avakirina komîteyek taybet ya lêpirsînê da ku kesên sûcdar li dijî jinan bê darizandin.
Sererastkirina pirtûkên di qadên perwerdê de ku rola jinan bi awayekî rast tê şîrovekirin.
Avakirina navendên perwerdeyên siyasî, çandî û aborî bi taybet ji bo jinên ciwanan ku cihê xwe di saziyên pêşerojê de bigirin.



