Nexweşiya sona bandoreke giran li genimê herêmê kiriye ji ber vê yekê Meclisa Aborî û Çandiniyê li kantona Reqayê dest bi dermankirinê kir.
Li gorî raporên navendên çandiniyê, diyar bû ku asta belavbûna kêzika sona gihaştiya asta metirsiyê.
Di her metreçargoşeyeke zeviyên genim de zêdetirî 4 kêzikên sona hatin dîtin.
Kêzika sona kêzikeke çandiniyê ye û li genim, ceh û garis dide. Sona kêzikên piçûk in, bi rengê qehweyî an gewr in û bi bask in.
Ji bo pêşîgirtina ziyanên belavbûna vê nexwşiyê, Meclisa Aborî û Çandiniyê dermanê kêzikan li navendên çandiniyê yên gundewarên kantona Reqayê belav kir da ku dest bi reşandinê bikin.
Li kantona Reqayê 13 navendên çandiniyê û 157 kooperatîfên çandiniyê hene.
Serokê Navenda Çandiniyê ya gundê Mezreet Yarub ê Reqayê Elî Silêman diyar kir ku reşandina dermanan ji bo parastina berhemên çandiniyê ye.
Serokê Kooperatîfa Çandiniyê ya gundê El Hêewa Ehmed El Îsa jî hebûna kêzika sona li zeviya xwe û zeviyên cotkarên girêdayî kooperatîfê piştrast kir û got:
“Navenda Çandiniyê ya li gundê El Cizre yê Reqayê, bi armanca pêşîgirtina belavbûna kêzikan, dest bi reşandina dermanan kiriye.”



