Şandeyeke ji Herêma Rêveberia Xweser a Demokratîk ji bo nîqaşên der barê perwerdeyê de çû Şamê.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatine wergirtin:
Di çarçoveyê pêkanîna bendên peymana ku di 10’ê Adarê de heyetek ji Herêmê bo gotûbêjên li ser perwerdeyê çû Şamê.
Tê gotin ku wê îro li Şamê, bi desthilata Şamê re hevdîtin werin kirin.
Lê der barê hevdîtinê de heta niha tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.



