Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) li ser cezayê mirinê ya salane raporek belav kir.
Rêxistinê diyar kir ku di sala 2024’an hejmara kesên li cîhanê hatin darvekirin li gorî salek berê ji sedî 32 zêde bû.
Rapor di bin serenavê Cezayê Darvekirin û Înfaz hat belav kirin .
Tê de diyar dibe ku di sala 2024’an de 1.518 kes bi cezayê darvekirinê hatin înfazkirin.
Ev hejmar li gorî salek berê zêde ye, ku di sala 2023’an de 1.153 kes hatin darvekirin.
Di raporê de hate ragihandin ku 637 kes ji ber sûcên narkotîkê hatin darvekirin û ev yek ji sedî 42 ê hejmara darvekirinê ye.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku ev kiryar li dijî mafên mirovan e.
Îran, Iraq û Erebistana Siûdî di rêza destpêkê de ne
Li gorî raporê piraniya darvekirinên sala 2024’an li Îran, Iraq û Erebistana Siûdî bû.



