Dewleta Tirk gundên Guherzê û Belave yên dikeve Çiyayê Metîna yê Başûrê Kurdistanê bi dijwarî bombebaran kirin.
Endamê Rêxistina CPT-Amerîka Kamûran Osman derbarê vê yekê agahî dan û got:
Di saet 20:05’an artêşa Tirk bi qasî 10 deqeyan gundê Guherzê yê ser bi Amêdiyê bomberdûman kir.
Hate ragihandin ku ti ziyanên canî pêk nehatine.
Hate diyarkirin ku hemwextî vê dewleta Tirk bi helîkopteran êriş biriye ser gundê Belave ya ser bi Amêdiyê.
Di encama êrişê de ziyan gihîşt mala welatiyê bi navê Abdullah Celîl Xalid Belavî.



