Di civîna duyemîn a Fermandariya Giştî ya QSD’ê û desthilata Şamê de navên nûnerên komîteya diyaloga bi desthilata Şamê re û berdevkên komîteyê hatin aşkerakirin, ev nûner kî ne?
Di civîna duyemîn a Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û nûnerên desthilata Şamê de, ji bo pêkanîna xalên peymana 10’ê Adarê ya di navbera QSD’ê û desthilata Şamê de hatiye îmzekirin, navên nûnerên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo diyaloga bi desthilata Şamê re hatin aşkerakirin.
Nav û erkên nûneran:
Foza Yûsif, endama Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ye û ji pêkhateya Kurd e.
Ebid Hamid El Mihbaş, hevserokê Partiya Sûriya Pêşerojê û hevserokê berê yê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û ji pêkhateya Ereb e.
Senherîb Bersûm, hevserokê Partiya Yekitiya Sûryanî ye û ji pêkhateya Suryan e.
Ehmed Yûsif, hevserokê Desteya Darayî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, ji pêkhateya Kurd e.
Sozdar Hacî, endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyn Parastina Jin (YPJ) û endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê ye, ji pêkhateya Kurd e.
Her du berdevkên komîteyê:
Meryem Îbrahîm, Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, ji pêkhateya Ereb e.
Yasir Silêman, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, ji pêkhateya Ereb e.



