Li ser kuştina welatparêz û têkoşerê Kurd Kemal Pênciwênî ‘Kemal Şêx Sade’ ku li Pênciwên ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû kuştin re 9 derbas bû.
Piştî şehadeta Kemal bi rojekê asayîşê du kes bi tometa kuştina wî girtin.
Lê heta niha kujer nehatine cezakirin.PJAK’ê jî soza şopandina rêya Kemal û hemû şehîdên Kurdistanê da.
Kemal Sadiq Qadir bi Kemal Şêx Sade yan Kemal Xîrey Pênciwên tê naskirin.
Di sala 1968’an de li taxa Kanî Xeyat ya Pênciwênê ji dayîk bû.
Di ciwantiya xwe de rêya azadiyê girt û tê re meşiya.
Sala 1989’an dema kar û xebata pêşmergetiyê dike, ji aliyê rejîma Sedam Hisên hat girtin.
Heta destpêka serhildana Başûrê Kurdistanê di zindana Silêmaniyê girtî ma.
Cezayê darvekirinê lê hat birîn, lê piştre hat berdan.
Piştî Hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê hate damezrandin, di Wezareta Navxweyî de cih girt.
Kemal bi îradeyeke mezin tevlî tevgera azadiya Apoyî bû
Di sala 2007’an de bi awayek çalak tevlî xebata tevgera azadiyê ya Apoyî bû.
Dev ji hemû berjewendiyên malbatî û şexsî berda û tevlî karwanê berxwedana ji bo azadiya Kurdistanê bû.
Rejîma Îranê gelek caran li ser xebata tevgera azadiyê, êrişî Kemal Pênciwênî kir.
Gelek caran ji aliyê rayedarên Herêma Başûrê Kurdistanê ve jî tê binçavkirin û êşkence lê tê kirin.
Di sala 2016’an de Kemal bi komployekê hat kuştin
Di sala 2016’an de Kemal Şêx Sade li navçeya Pênciwên a Silêmaniyê ji aliyê kesên nenas ve hat revandin.
Piştî wê bi rojekê cenazeyê wî li nêzî Pira Guxlan ya ser bi Pênciwênê hat dîtin.
Şûna 13 guleyan li ser bedena wî hebû.
Di heman rojê de Sedîq Salyawayî jî li Pênciwênê kuştî hate dîtin.
Kujerên Kemal di zindanê dene û heya niya nehatine cezakirin
Sîna Reşîdî û Mesud Mecîdî bi tûhmeta kuştina Sedîq û Kemal hatin girtin.
Lê heya heta niha nehatiye naskirin kî li pişt wan bû.
Cezayê darvekirinê li Kurdistanê nayê pêkanîn Sîna û Mesud li Silêmaniyê di girtîgehê de ne.
Îro jî 9 sal li ser kuştina Kemal Şêx Sade re derbas dibe.
Piştî kuştina şehîd Kemal Şêx Sade Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê “PJAK” daxuyaniyek weşand.
PJAK: Gelê Kurd bi fedekariya Kemal Şêx Sade serbilind e
Di daxuyaniyê de hat gotin:
Dewleta Îranê bi komployekê Kemal Şêx Sade revand û bi awayekî hovane ew kuşt.
PJAK’ê ragihand ku gelê Kurd bi kesayetên weke heval Kemal Pênciwênî ku hemû temenê xwe ji bo şoreşê feda kir serbilind e.
PJAK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de soza şopandina rêya Kemal û hemû şehîdên Kurdistanê da ku tu carî nahêlin keda wan vala biçe.



