Li Helebê foruma nîqaşkirina mafên jinan di avakirina Sûriyeke demokratîk de hat lidarxistin.
Form ji aliyê Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ve pêk hat.
Di encamnameya formê de bal hat kişandin li ser rola pêşeng a ku jinan ji destpêka krîza Sûriyê de lîstiye û hate gotin ku, hêmana bingehîn a avakirina Sûriyeke demokratîk jin e.
Ji bo nîqaşkirina maf û erkên dikevin ser milê jinan di avakirina Sûriyeke demokratîk de Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li hola Losos ya bajarê Helebê forumeke şêwirê li dar xist.
Di forumê de partiyên siyasî (Partya Vîna Gel, Eniya Demokrastiyê ya Rizgarkirina Filistînê, Partiya Guhertin û Ronesansê, Partiya Demokratîk ya Sûrî, Partiya Yekitiya Demokratîk),
Malbenda Qêrîna Welat, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), kesayetên rewşenbîr, diktora û endazyarên ji Helebê û Idlibê, beşdar bûn.
”Hêmana bingehîn a avakirina Sûriyeke demokratîk jin e”
Berdevka Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Fatme El Elî mijara forumê ya bi sernavê “Bi têkoşîna jinên Sûriyeyî em Sûriyeke demokratîk ava dikin” xwend.
Di mijarê de bal li ser rola pêşeng a ku jinan ji destpêka krîza Sûriyê de lîstiye hat kişandin.
Fatme diyar kir ku hêmana bingehîn a avakirina Sûriyeke demokratîk jin e.
Der barê berpirsiyariya dikeve ser milê jinan de Fatme destnîşan kir ku Sûriya nû li ser kavilên jinan nayê avakirin, lê wê bi dest û têkoşîna jinan siberojeke adilane û Sûriyeke demokratîk were avakirin.
Piştre deriyê nîqaşê li pêş beşdaran hat vekirin.
Beşdaran diyar kirin ku jin parastina nasnameya civakan dike.
Foruma şêwirê bi encamnameyekê bi dawî bû
Forum bi xwendina encamnameyên girîng ên l igorî nêrînên beşdar û fikrên wan bi dawî bû.
Encamname wiha ye:
-Pêwîst e destûra bingehîn a Sûriyê ya pêşerojê were guhertin û mafên jinan bi awayekî dadperwerane werin parastin.
-Komîseriyeke niştîmanî ya serbixwe ji bo kar û barên jinan were avakirin.
-Jin tev li komîteyên dan û standinên niştîmanî û veguhêz bibin.
-Piştgiriya rêxistinên civaka sivîl ên jinan di aliyên qanûnî û darayî ve bê kirin.
-Jinûve meteryalên perwerdehiyê di ber çavan re werin girtin ku nirxên wekhevî û edaletê bên xurtkirin.
-Ji bo jinên di dirêjahiya salên şer de rastî binpêkirinan hatine edalet pêk bê.
-Amadebûna jinan di çapemeniya xwecihî û niştîmanî de bê xurtkirin.



