Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê li Xezayê Nexweşxaneya Mamedanî bombebaran kir.
Di encamê de beşên rewşên awarte rûxiya.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên bijîşkî ji Xezayê parve kirine, hêzên Îsraîlê êrişî Nexweşxaneya Mamedanî ya li Xezayê kirin.
Çavkaniyan diyar kir ku di encama êrişê de beşên rewşên awarte û resepsyonê rûxiyan û zerar gihiştin avahiyên din.
Hate diyarkirin ku berpirsên nexweşxaneyê piştî agahî wergirtin dê êriş pêk bê nexweşxane ji nexweşan vala kiribûn.
Servîsa rewşên awarte destnîşan kir ku der barê kuştî û birîndaran de agahî nehatine standin.
Tevgera Hemas jî bi daxuyaniyekê êrişa li ser Nexweşxaneyê şermezar kir û bi “Sûcekî din ê mezin” bi nav kir.
Hêjaye bibîrxistinê ku di Cotmeha 2023’an de jî êriş li dijî Nexweşxaneya Mamedanî hatibû kirin .
Wê demê di encamê de bi sedan kes hatin kuştin.



