Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî derbarê rêkeftina ji bo Bendava Tişrînê ji malpera Elmonîtor re axivî û got:
”Me li ser mayîna karmendên Bendavê ji bo berdewamiya karkirinê lihev kiriye”.
Her wiha Mezlûm Ebdî dibêje, hêzên desthilata Şamê wê di navbera hêzên QSD’ê û komên çete yên girêdayî Tirkiyê bên bicîkirin.
Şandeyeke Desthilata Şamê duh hat bajarê Hesekê.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn pêşwazî li şandeyê kir.
Di wê hevdîtinê de, temamkirina bendên peymana QSD’ê û Şamê hat nîqaşkirin.
Her wekî destnîşan kirine ku gerek Bendava Tişrînê dûrî hemû êrişan bê hiştin.
Mezlûm Ebdî: Me li ser mayîna karmendên bendavê lihev kiriye
Derbarê rêkeftina ji bo Bendava Tişrînê, Mezlûm Ebdî ji malpera Elmonîtor a Amerîkî re axivî û got:
Rêkeftina Tişrînê du alî ye, aliyê yekê taybet e bi bendavê û di wê çarçoveyê de herdu alî li ser mayîna karmendên bendavê ji bo berdewamiya karikirinê, lihev kirine.
Mezlûm Ebdî: Desthilata Şamê wê di navbera QSD’ê û çeteyên Tirkiyê de bên bicîkirin
Aaliyê duyemîn yê rêkeftinê leşkerî ye.
Herdu alî li ser vekêşana hêzan ji bo cihên wan lihev kirine, bi awayekê hêzên QSD’ê ji rojhilatê Sûriyê vekişin û hêzên desthilata Şamê di navbera hêzên QSD’ê û komên çete yên girêdayî Tirkiyê bên bicîkirin.



