Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bendavê, kehrebe li ser bajarê Kobanê qot bû.
Hevserokê Desteya Enerjiyê ya Kantona Firatê Welîd Ciman diyar kir ku di encama xebata 4 mehan careke din kehrebe gihandiye Kobanê û hin gundewarên wê.
Pêdiviya ceyranê (kehrebe) ya Kantona Firatê piranî ji Bendava Tişrînê tê pêşwazîkirin.
Lê dewleta Tirk a dagirker ji 8’ê Kanûna 2024’an ve êrişî bendavê dike û di encamê de xetên kehrebê ji xizmetê derketin.
Desteya Enerjiyê ya Kantona Firatê tevî hemû astengiyan hewl da ku pêdiviya ceyran û avê pêşwazî bike.
Di encama keda 4 mehan a ekîbên desteyê de, kehrebe careke din ji bo Kobanê û beşek gundewarên wê hat dayîn.
Hevserokê Desteya Enerjî ya Kantona Firatê Welîd Ciman derbarê mijarê de axivî û got:
Di encama êrişan de xeta kehrebê ya binavê 66 hat qut kirin, lewma ceyrana 360 gundên Kobanê û 300 gundên bajarê Sirînê bi tevahî hate qutkirin.
Ekîbên me ji bo çêkirina xeta ceyranê ketibûn nava hewldanan da ku kehrebe bigihînin gund û bajaran.
Em niha hewl didin xetên din jî sererast bikin da ku karibin kehrebeyê li tevahî gundewarên bajarê Kobanê û Sirînê belav ikin.
Welîd Ciman bang li gel kir ku parastina kehrebê bikin û bi wan re bibin alîkar.



