Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wê di saetên şevê de 13 dronên Ukraynayê rûxandine.
Hate diyarkirin ku di êrişên Rûsya de Pîlotek 175 leşkerên Ukranî hatine kuştin.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, pergalên parastina hewayî 13 dronên Ukraynayê li ser herêma Rostovê û yek jî li ser herêma Belgorodê îmha kirin.
Her wiha Yekîneyên hêzên Rûsyayê, li deverên Belovody, Vladimirovka, Miropolje, Mogritsa, Sadki, Yunakovka û Yablonovka yên herêma Sumy, teşkîlatên êrişkar ên Ukranî kirin hedef.
Di êrişên Rûsya de pîlotek û 175 leşkerên Ukraynayê hatin kuştin
Wezaretê ragihand ku di 24 saetên dawîn de zêdetirî 175 leşkerên hêzên Ukraynayê li herêma sînorî ya kantona Kursk a Rûsyayê hatin kuştine û alavên leşkerî jî hatine îmhakirin.
Servîsa Ukraynayê ya radyoya BBC ya brîtanî, ragihand ku moşekên Rûsya li herêma Sumy ya li bakurê rojhilatê Ukraynayê balafireke şer a F-16 xistin xwarê û pîlotekî Ukraynayê jiyana xwe ji dest da.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky piştrast kir ku pîlotê balafira şer F-16 Kaptan Pavlo Ivanov (26) duh di dema mîsyona şer de hat kuştin.



