Niştecihan û çeteyên dewleta Tirk darên daristanan û zêdetirî 50 darên zeytûnan li gundewarên bajarê Şera yê Efrînê birîn.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê – Sûriyê ragihand :
Niştecihan û çeteyên dewleta Tirk zêdetirî 50 darên zeytûnan li zeviyên bajarê Şera, birîn.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, darên hatine birîn ên şêniyê bi navê Fewzî Şêx Nasan ê ji gundê Qestal Kişkê ne.
Her wekî niştecihan darên daristanê yên di navbera gundên Qestal Cindo û Qitmê de birîn û birin bajarê Ezazê yê dagirkirî.



