Berpirsekî hêzên “Ewlekariya Giştî” û nûnerê desthilata Şamê yê peymana bi Meclisa taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re diyar kir ku nuqteyên kontrolê yên li derdora taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê veguherandine nuqteyên ewlehiyê yên hevbeş di navbera wan û Hêzên Asayişê de.
Îro li bajarê Helebê gavên pratîkî ji bo pêkanîna peymana ku di navbear Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê û dsthilata Şamê de hatiye îmzekirin, hatin avêtin.
Li bajarê Helebê gavên pêkanîna peymana di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Eşrefiyê-Şêxmeqsûd û desthilata Şamê
Îro li Helebê gavên pratîkî ji bo cîbicîkirina peymana 1’ê Nîsanê ya ku di navbera Meclîsa Giştî ya taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd û rayedarên Şamê de hatiye îmzekirin, hatin avêtin.
Sengerên axî hatin rakirin û tevahî rêyên ber bi taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku ji 4 mehan ve ji ber aloziyên ewlehiyê girtî ne, hatin vekirin.
Bi hevkariya di navbera Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê û Şaredariya bajarê Helebê de sengerên axî hatin rakirin. Her wiha nuqteyên kontrolê yên li derdora her du taxan jî veguherîn nuqteyên ewlehiyê yên hevbeş di navbera Hêzên Asayişê û Saziya “Ewlekariya Giştî”.
Li derdora her du taxan 7 nuqteyên ewlehiyê yên sereke hene û wiha ne: Cezîre, Ewarid, Çerxerêya Cendol, Lêremon, Çerxerêya Şîhan, nuqteya Parkê (Hedîqa) û Telet (kaşa) Eşrefiyê.
Têkildarî mijarê, berpirsekî hêzên “Ewlekariya Giştî” û nûnerê desthilata Şamê yê peymana bi Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re Suraqa Emorî ji ajansa me re axivî û got:
“Piştî rakirina sengerên axî û veguherandina 7’ê nuqteyên kontrolê ji bo nuqteyên hevbeş di navbera Hêzên Asayişê û Saziya “Ewlekariya Giştî” de, ew ê ji bo derxistina tevahî girtiyên di girtîgehan de bixebitin.”
Têkildarî bersivdana pirsên gavên bê wê çi bin, Emorî wiha doman: “Berdana girtiyên her du aliyan bêyî rawestan dewam dike û wê di demeke nêz de girtî bên berdan.”
Emorî destnîşan kir ku rakirina sengerên axî û hevbeşbûna rêvebirina nuqteyên kontrolê, ji bo misogerkirina veguhestina ewle beriya berdana girtiyên mayî, gava yekem bû.
Emorî di dawiyê de got: “Saziyên ewlehiyê yên hevbeş wê bibin mertal û sivîlan li hember êriş û gefên li dijî ewlehî û aştiyan wan biparêzin.”



