Hevseroka KCKD-E yê Zubeyde Zumrut der barê banga dîrokî ya rêber Apo û pêngava cîhanî ya azadiyê axivî.Zubeyde Zumrut diyar kir ku banga Rêber Apo manîfestoyek bû û divê ji bo serketina wê AKP’ê gavan bavêje.Zubeyde Zumrut anî ziman ku heta azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk neyê wê têkoşîna li Ewropayê bidomînin.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistanê ya Ewropayê (KCKD-E) yê Zubeyde Zumrut der barê sekna gel a li qadên Newrozê, pêngava cîhanî ya azadiyê û plansaziyên li peş wan de axivî.
Zuybeyde Zumrut da zanîn ku Newroz li her çar parçeyên Kurdistanê bi coş û girseyî derbas bûye û îsal pêvajoyek dîrokî tê jiyîn.
Zubeyde Zumrut destêpêkê qala atomsfera bi banga rêber Apo re derket kir û wiha anî ziman:
Banga Rêber Apo manîfestoyek bû.
Çar alî anî gel hev. Ev li qadan pir zelal hat dîtin.
Eleqeya dostên me yên Ewropayê ji bo bangê pir mezin bû.
Banga Rêber Apor, bû sedema ku bi rihê yekitiyê tevbigerin.
Gel banga Rêber Apor veguhert referandumê.
“Divê AKP demildest gavê bavêje”
Zubeyde Zumrut daxuyakirin ku divê dewlet gavê bavêje û wiha domand:
Bahçelî bang kir. Rêber Apo ket tevbgerê. Tevgerê agirbest îlan kir. lê mixabin hîna Tirkiye operasyonan dike, êrîşê Başûr dike.
Qirkirinên siyasî didomin.
Ji bo vê divê AKP demildest gavê bavêje.
“Heta Rêber Apo azad nebe wê çalakiyên me yên li Ewropa bidomin”
Zubeyde Zumrut balkişand ser pêngava cîhanî ya li Ewropayê tê meşandin û wiha got:
Heta azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk neyê wê têkoşîn bidome.
Konferans, têkoşîna hiqûqî, rojên xwendinê, hevdîtin didomin.
Em ê bi konferans, meclîs û modela Rojava pêş bikevin.
Em ê di esasa meclîs û komanan de rêxistinê hedef bikin.
Em ê çalakiyên xwe bidomînin û parve bikin.



