Jinên Sûriyê di wê baweriyê de ne ku Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bijardeya herî guncaw e ji bo avakirina Sûriyeke nû ye.
Hevpeymana li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, modeleke demokratîk ku ji vîna civakên cihêreng ên li herêmê dijîn, temsîl dike.
Li ser vê mijarê Jinên Sûriyê nêrînên xwe anîn ziman.
Ji rêveberên Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Erîc Qadro diyar kir ku Hevpeymana li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çareseriya ji bo destûreke demokratîk a berfireh e.
Ji heman meclisê Nahid Nahas jî ev yek anî ziman:
“Hevpeymana Civakî wekhevî û nenavendîbûnê dihewîne.
Lê di Danezana Destûrî de bi awayekî eşkere dengê jinan ji holê radike. ”
Ji rêveberên Kombûna Jinan a Zenûbiyaa li bajarokê El Kesrat, Delal El Mûsa ragihand ku Danezana Destûrî ya desthilata Şamê nûnertiya hemû pêkhateyan nake.”
Di dawiyê de endama Kombûna Jinan a Zebnûbiya Asya El Elî Danezana Destûrî weke “belgeyekî nedadperwer” ku jin û komên din ên civakî biçûk dixe nirxand.



