Çalakiyên bi boneya 37’emîn salvegera komkujiya Enfalê, li goristana Enfalê ya li Çemçemalê destpê kir.
Li goristana Enfalê ya li sînorê bajarokê Çemçemal a ser bi parêzgeha Silêmaniyê, bi amadebûna kesûkarên Enfalkiriyan û berpirsên hizbî, hikûmet û welatiyan,
Merasîma bîranîna 37’emîn salvegera komkujiya Enfalê destpê kir.
Biryare îro hejmarek pêşengehên wêne û şêwekariyê yên têkildarî Enfalê werin pêşandan.
Her wiha di merasîmê de hinek gotar ji aliyê kesûkarên Enfalkiriyan, berpirsên hizbî û hikûmetê ve hatin pêşkêşkirin.
Wê bîranîn û çalakiyên bi boneya 37’emîn salvegera Enfalê heta roja 20’ê Nîsanê dewam bike.
Hêjayî gotinêye ku di komkujiya Enfalê de 188 hezar welatiyên Kurd hatin kulştin û nêzî 4500 gund bi temamî hatin ruxandin.
Li Germiyan ji bo bîranîna komkujiya Enfalê merasîmek hat lidarxistin
Li gundê Dibêne yê li sînorê bajarokê Kelar a navenda îdareya Germiyanê jî, merasîma bîranîna 37’emîn salvegera komkujiya Enfalê destpê kir.
Kesûkarên Enfalkiriyan, welatî û aliyên peywendîdar, tevlî merasîmê bûn û qurbaniyên Enfalê bi bîr anîn.



