Meclisa Giştî ya MSD’ê di civîna xwe ya asayî de geşdanên li Sûriyê nîqaş kirin.
Beşdaran girîngî da pêkanîna agirbestê li seranserî Sûriyê û amadekirina zemîneke aram ji bo here pêvajoya siyasî ya pêşerojê.
Meclisa Giştî ya MSD’ê civîna xwe ya asayî li bajarê Hesekê li dar xist.
Di civînê de hevseroketiya MSD’ê, endamên Meclisa Giştî û serokên partî û hêzên siyasî yên di bin siya MSD’ê de amade bûn.
Her wiha di civînê de geşedanên li ser asta Sûriyê, guhartinên herêmî û navneteweyî û rola MSD’ê di vê qonaxê û qonaxa bê de, hatin nîqaşkirin.
MSD: Ji bo her pêvajoya siyasî divê zemîneke aram were amadekirin
Girêdayî mijarê hevserokê MSD’ê Mehmûd El Mislet diyar kir ku “Danezana destûrî” nûnertiya pêkhateyên Sûriyê û xwezaya pirreng a civaka Sûriyê nake û got:
Gelê Sûriyê li hemberî paşguhkirin û cudakirinê rabû, nabe beşeke mezin ji gelê Sûriyê dîsa were paşguhkirin.
Hevseroka MSD’ê Leyla Qereman jî anî ziman ku di vê qonaxê de pêdivî bi yekkirina kedê û pêşîgirtina li fitneyên di navbera pêkhateyan heye û dibêje:
MSD’ê çarçove û hevbendiya niştîmanî ye, dikare bi tevahî hêzan re ji bo avakirina Sûriya nû pêywendiyan bike.
Di dawiyê de beşdarên civînê axivîn û girîngî da pêkanîna agirbestê li seranserî Sûriyê û amadekirina zemîneke aram ji bo her pêvajoya siyasî ya pêşerojê.



