Serokê YNK’ê Bafil Talebanî qurbaniyên komkujiya Enfalê di salvegera 37’an de bi bîr anî û ragihand ku Enfal yek ji niyeta herî hovane û xirab ya rejîma berê ya Iraqê ji bo tunekirina gelê Kurd bû.
Serokwezîrê Iraqê Sudanî jî ji bo komkujiya Enfalê peyamek belav kir û got: “Iraqî komkujiya hovane ya li dijî gelê Kurd bi êş bi bîr tînin”.
Her wiha DEM Partî jî salvegera 37. a komkujiya Enfalê bi bîr anî û got, “Me ji bîr nekir, me efû nekir, em ê nehêlin bê jibîrkirin”.
Serokê Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî bi boneya 37’emîn salvegera Enfalê peyamek belav kir.
Bafil Talebanî di peyama xwe de got:
Em îro bi xemgînî 37 saliya karesata Enfalê bi bîr tînin ku yek ji niyeta herî hovane û xirab ya rejîma berê ya Iraqê bû ji bo tunekirina gelê Kurd.
Daxwaz ji hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Federal dikim ku erkên xwe yên beramberî kesûkarên Enfalkiriyan bi cih bînin.
Em wek Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), ji bo kesûkarên serbilind ên Enfalkiriyan, jiyaneke xweştir ji wan re peyda dikin çi ji destê me bê emê bikin û em soz didin ku em bibin zarokên dilsoz ji wan re.
Bafil Talebanî diyar kir ku êşa xebatên wan yên lêgerîna cenazeyên şehîdan û vegerandina wan ji bo warên wan berdewamin.
Bafil tekezî li ser yekrêzî û yekdengiya hemû aliyan ji bo rûbirûbûna pirsgirêka û bidest xistina armancên xwe dikin.
Sudanî: Iraqî komkujiya Enfalê ya li dijî gelê Kurd bi bîr tînin
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî bi boneya 37’emîn salvegera komkujiya Enfalê peyamek belav kir.
Mihemed Şiya Sudanî ragihand ku Iraqî bi êş sûcên rejîma wêrankirî ya di Enfala hovane de û komkujiya hovane ya ku beriya 37 salan li dijî zarokên gelê Kurd pêk anî bi bîr tînin.
Sudanî got:
Vê sucê hovane rûyê gemar û nijadperestî yê rejîmê li hember gelê me û hêzên netewî eşkere kir.
Îro biratî û pêkvejiyana aştiyane li beramberî hemû mebestên kîn û nefretê, serketiye.
DEM Partî: Me komkujiya Enfalê ji bîr nekir û em ê nedin jibîrkirin
Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mûtlû ji bo salvegera 37’an a Enfalê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya bi sernavê “Me komkujiya Enfalê ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin” de hate gotin:
Di komkujiya Enfalê de bi hezaran Kurd çekên kîmyewî jî di nav de bi rêbazên herî hovane hatin Kuştin.
Gund hatin xerakirin û gorên komî hatin kolan.
Ev komkujî ne tenê di wijdana miletekî de, di wijdana hemû mirovahiyê de birîneke kur vekir û nayê pêçan.
Peyama DEM Partiyê bi vî rengî ye:
Enfal ne tenê operasyoneke leşkerî bû. Enfal kiryareke îmhayê ya tevayî bû ku ziman, çand, dîrok û siberoja gelê Kurd hedef girt.
Armanca Enfalê paqijkirina gelan ji nexşeyê bû.
Em wekî DEM Partî hemû cangoriyên ku di Komkujiya Enfalê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û di lêgerîna heqîqet û edaletê de têkoşîna xwe bidomînin.



