Zextên rêjîma Îranê li dijî siyasetmedar û çalakvanan dewam dike.
Rejîma Îranê 4 sal cezayê girtîgehê li lîstîkvana Kurd Şohra Qemerî birî.
Di 13’ê Nîsanê de lîstîkvana Kurd Şohra Qeme ya ji bajarê Sinê ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve hat girtin.
Parêzerê Şohra Qemer, Elî Şerîf Zade Erkanî ragihand ku cezaya 4 sal û 8 meh li Şohra Qemerî hat birîn.
Her wiha li gorî agahiyan Şohra bi sûcdariya ku piştgiriya Îsraîlê, belavkirina mijarên derewîn ji bo piştgiriya Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û têkdana ewlehiya giştî’ hatiye cezakirin.
Parêzerê Şohra Qemer da zanîn ku wan van biryaran îtîrazkirine.
Hêjayî bi bîrxistinê ku di 5’ê Tebaxa 2023’an de Şohre Qemer ji aliyê hêzên îdareya Îtlaatê ya Îranê ve bêyî fermana dadger hate binçavkirin.
Piştî ku 42 rojan di girtîgeha Evîn de ma, bi awayekî demkî hat berdan.
Beriya wê jî ji ber piştgirîkirina Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ 15 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.



