Piştî hevdîtina bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) re, Îran da zanîn ku ewê bi awayekî nerasterast bi Amerîkayê re hevdîtinan bikin û hevdîtîn wê tenê têkildarî mijara nukleerê bin.
Îran û DYE’yê ji sala 1980’yî ve têkiliyên wan ên dîplomatîk tune ne û roja Şemiyê bi navbeynkariya Ûmmanê têkildarî mijara nukleerê ya Îranê hevdîtinek pêk anîn.
Her du aliyan piştî hevdîtinan axaftineke kurt û biryar dan ku hevdîtinên xwe bidomînin.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî Irnayê hevdîtin wê li Ewropayê pêk werin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmaîl Bekayî got:
“Wê hevdîtin tenê li ser mijara nukleerê û rakirina cezayan bin.”
Wezîrê Parastinê yê DYE’yê Pete Hegseth jî gef li Îranê xwar ku ger hevdîtin baş derbas nebin DYE wê ‘bi awayekî dijwar li Îranê bixe.
Rojnameya bi navê Şarq ku weke ‘reformîst’ tê naskirin, mijara berbehs weke xala herî girîng a têkiliyên di navbera her du welatan de ya ji sala 1979’an ve pênase kir.
Rojnameya bi navê Kayhan jî bi awayekî tund li hemberî lihevkirineke li gel DYE’yê derdikeve.
Rojnameya Cavan jî diyar kir ku ew kêfxweş in ku DYE’yê ji bilî mijara nukleerê daxwaza berfirehkirina mijaran nekiriye.



