Piştî ku Lîwaya 8’an xwe fesih kir, hêzên desthilata Şamê ketin bajarê Busra El Şam ê Derayê.
Lîwaya 8’an ya girêdayî Koma 5’an a li Derayê, duh ragihandibû ku xwe fesih dike û çekên xwe radestî desthilata Şamê dike.
Di dîmenekê de fermandarê Lîwaya 8’an Mihemed El Horanî Ebû Îsam ragihandibû :
Ew lîwayê fesih dike û tevahî çekên xwe radestî Wezareta Parastinê ya desthilata Şamê dike.
El Horanî mîsyona hemahengiya rasterast a ji bo temamkirina radestkirinê jî da Mihemed El Qadirî.
Piştî ragihandina fesihkirinê, hêzên desthilata Şamê duh piştî nîvro ketin bajarê Busra El Şam ê gundewarên rojhilatê bajarê Derayê.
Li gorî şahidan, hêzeke leşkerî ya girêdayî desthilata Şamê ket baregeha Lîwaya 8’an a li bajarê Busra El Şam bêyî ku pevçûn derkeve.



