Hate ragihandin ku di êrişên Amerîka yên li ser paytexta Yemen Senayê de 6 kes hatin kuştin û 26 kes jî birîndar bûn.
Duh di danê şevê de hêzên Amerîkî êrişî paytexta Yemenê Senayê kir.
Çavkaniyên Hûsiyan ragihand ragihand ku di encama vê êrişê de 6 kes hatin kuştin û 26 jî birîndar bûn.
Li ser vê mijarê Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Hûsiyan Enîs El Esbehî daxuyaniyek li ser X’ê parve kir.
Di daxxuyaniyê de hate gotin:
“Di êrişa hêzên Amerîka ya li ser kargeha Sewarî ya li herêma Metna ya li Benî Metir de 32 şehîd û birîndar bûne.
6 kes hatin kuştin û 26 jî birîndar bûn.
Ev bîlanço ne ya dawîn e, ji ber ku rewşa hin birîndaran giran e.”
Enîs El Esbehî da zanîn ku tîmên parastina sivîl xebatên lêgerîna qurbaniyan didomînin.
Hêjayî bi bîrxistinê ku DYA’yê li dijî êrişên Hûsiyan ên li ser keştiyên li Deryaya Sor, Kendava Edenê û korîdorên deryayî yên bazirganiya cîhanê, 15’ê Adarê operasyoneke leşkerî li dijî Hûsiyên li Yemenê dabû destpêkirin.



