Hêzên Asayişê da zanîn ku di operasyoneke hêzên wan de li Qamişloyê 2 bazirgan û belavkarekî madeyên hişbir hatine destgîrkrin.
Hêzên Asayişê li ser malpera xwe ya fermî têkildarî operasyoneke hêzên wan a li dijî baziranên hişbirê daxuyaniyeke nivîskî da.
Li gorî daxuyaniyê, 11’ê Nîsanê Dezgeha Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbir li Qamişloyê operasyonek li dar xist û di encamê de belavkerek û 2 bazirganên madeyên hişber hatin destgîrkirin.
Hate diyarkirin ku belavkar di kemîneke plankirî de dema hewl dida madeyên hişbir bifiroşe hatiye qefaltin û di operasyoneke serdegirtinê de jî 3 bazirganên ku madeyên hişbir di destê wan de hebûn, hatine destgîrkirin.
Di encama her du operasyonan de zêdetirî 3 hezar hebên hişbir, 26 gram madeyeke nenas, 120 gram heşîşa macûn û amûrek bikaranînê hatin desteserkirin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bersûc veguhastine dozgeriyê.



