Qirkirina bi navê Enfal di dîroka Kurdistanê de yek ji êrişa herî dijwar û hovane ye.
Di vê êrişa rejima Baas ya Iraqê de 182 hezar Kurd hatin kuştin û hezaran gund hatin valakirin û şewitandin.
37 sal berê ev êrişa hovane hat kirin. Îro jî weke birîneke kûr di mejiyê Kurdan de zindî ye.
Di dîroka Kurdistanê de gelek komkujî li gelê Kurd hatine kirin. Di van komkujiyan de bi sed hezaran kes bi awayekî hovane hatin kuştin.
Ya herî giran jî Enfal e.
Enfal di qur’anê de navê ayetekî ye, di heman demê de wateya wê Bahoz e.
Rejima Baas ya Iraqê navê Enfalê li êriş û operasyonên xwe yên li dijî gelê Kurd yê başûrê Kurdistanê kir.
Ev êriş 23’ê sibata 1988’an dest pê kir û heta 6’ê îlona heman salê dewam kirin.
Di êrişa hovane de 182 hezar Kurd hatin kuştin
Kesê ku Enfal bi rêve dibir xizmê Sedam Hisên general Elî Hesen El Mecîd bû.
Ji ber vê hovîtiya wî, Gelê Kurd navê Elî Kîmyawî lê dike.
Ev qirkirin li ser 8 qonaxan hat meşandin.
Qonaxa Yekem, di navbera 23’ê Sibatê û 19’ê Adarê li Dola Cafayetî ya girêdayî navçeya Dukan a Silêmaniyê.
Qonaxa Duyem, di navbera 22’ê Adarê û 1’ê Nîsanê li gelek navçeyên Silêmaniyê.
Qonaxa Sêyem, di navbera 3’ê Adarê û 8’ê Nîsanê li navçeyên Silêmaniyê û Germiyan.
Qonaxa Çarem, di navbera 7 û 20’ê Nîsanê de li herêma Germiyan
Qonaxên pêncem, şeşem û heftem, di navbera 15’ê Nîsanê û 26’ê Tebaxê li Rewandiz, Xelîfan, Dola Balyisan û hin deverên din.
Qonaxa Heştem, di navbera 25’ê Tebaxê û 2’yê Îlonê li Zaxo, Amêdiyê û Akrê.
Li gorî daneyan di encamê 182 hezar Kurd hatin kuştin.
4500 gund hatin valakirin û 871 gund û 6 navçe, 381 dibistan, 657 mizgeft hatin şewitandin.
Di serî de Sedam Hisên û Elî Kîmyewî gelek berpirsyarên vê qirkirina li dijî gelê Kurd hatin cezakirin.
Lê hê jî ev qirkirin weke êş û birîneke kûr di dil û mejiyê Kurdan de zindî maye.



