Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê Tebaxa 2024’an de li gundê Çûlî yê navçeya Rezanê ya Amedê winda bû û cenazeyê wê 19 roj piştre hate dîtin.
Danişîna ewil a dozê li 17’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê dest pê kir.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê di çarçoveya kuştinê de, ji ber sûcê “parastina ji sûcdaran re kirine” lêpirsîna duyemîn dabû destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de derheqê 15 kesan de doz hatibû vekirin.
Di dozê de gelek xizmên Narîn Guran jî weke bersûcên negirtî tên darizandin.
Serokê dadgehê, di dozê de ku zarok jî tên darizandin ji bilî bersûcan, parêzerên bersûcan û xizmên wan nehişt tu kes têkeve eywana danişînê.
Darizandin, ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin.
Daxwaza beşdarbûnê ya UCÎM û wezaretê hat qebûlkirin
Daxwaza beşdarbûnê ya Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî û Komeleya Têkoşîna li Dijî Îstîsmarkirina Zarokan a Mamoste Saadetê ango UCÎM hate qebûlkirin.
Danişîna dozê, bi parastinên zarok û faîlan domiya.
Li îfadeyên hin xizmên Narîn Guran hate guhdarîkirin û navber hate dayin.



