Li herêmên Bakur û Rojhilatî Sûriyê, Têkoşîna QSD’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê dewam dike.
QSD’ê diyar kir ku hêzên wan li bajarê Reqayê şebekeyek xeternak ya ji 5 çeteyan DAIŞ’ê pêk tê,bê bandor kir.
Her wekî QSD’ê ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê hewldanên ji bo êrişa girtîgehan di nava hewldanan ye, lê ewê rê nedin tu êrişan.
Li bajarê Reqayê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê, şebekeyek çeteyên DAIŞ’ê ya xeternak girtin.
Têkildarî mijarê navenda ragihandin û çapemeniyê ya QSD’ê daxuyaniyek da û got:
“Di çarçoveya têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê, hêzên me yên yekîneyên li dij terorê oprasiyonek li bajarê Reqayê pêk anîn.
Oprasiyon piştî şopandinek domdar bi hevkariya koalsiyona navnetwî hat lidarxistin.
Piştî teqezkirina agahiyan, hêzên me cihê malekê dorpêç kirin ku 5 çeteyên tê de bi cih bûne, girtin.”
Navenda QSD’ê destnîşan kir ku di encama serdegirtinê de ser çeteyê bi navê Ebid Îyd “Ebû Zehra” hate girtin.
Her wekî çar din bi navê, Hisên Mihemed “Ebû Mu’az”, Ebid Elyûsif “Ebû Hadî”, Casim Salih û Hemed El Xelef ” Ebû Ûsama” li gel wî hatin girtin.
QSD’ê ragihand ku ev şebekeya çeteyan, çete ji herêmên din pêşwazî bajarê Reqayê dikir da ku wan weke şaneyên veşartî di nava bajarê Reqayê bi rêxistin bike.
Navenda QSD’ê da zanîn jî ku ev şebeke çek, cibilxane û locistîk pêşwazî dikirin da ku di demên pêş de, êrişî girtîgeha li bajarê Reqayê bikin.
Di dawî daxuyaniyê de QSD’ê diyar ku hewldanên çeteyên DAIŞ’ê ji bo careke din xwe zindî bike di nava hewldanê de ye û teqez kir ku hember vê yekê hêzên wan di nava amede başiyê de ne.



