Her wekî Partiya Yekîriya Demokratîk PYD’ê, bi daxuyaniyekî komkujiya Enfalê şermezarkir û domandina têkoşînê da.
Di berfirehiya daxuyaniyê de PYD’ê, komkujiya Enfalê weke sûcên hovane ya birêxistinkirî di serdema nûjen de bi nav kir û got:
“Em hemû kiryarên li dijî mirovahiyê û bi taybet li dijî gelê Kurd şermezar dikin.
Divê di serî de rêxistinên mafên mirovan erk û berpirsiyariya xwe li hember van kiriyaran pêk bîne.”
Her wekî PYD’ê sûc û hovîtiyên ku di bin navê olê de tê kirin bi tundî rexne û şermezar kir û got:
Fermana Enfal di bin navê olê de ku xwe dispêre ayeta Enfalê pêk hat.
Bi wê yek xwestin sûcê rewa bikin, lê rastî zihniyeta nijadperestî nîşan dide ku ew ji bilî xwe qebûl nakin.”
Di dawiyê de PYD’ê soza domandin û şopandina rêya şehîdan da û ev bang kir:
Divê hêzên siyasî û navneteweyî nehêlin mîna van komkujiyan dubare bibin.
Lewma divê hesab ji sûcdaran bê xwestin û mafên qurbanî û malbatên wan bê dayîn.”



