Kongreya Civakên Demokratîk ên li Ewropayê (KCDK-E) bi peyamekê Cejna Çarşema Serê Nîsanê (Çarşema Sor) pîroz kir.
KCDK-E’yê hêvî kir ku ev cejn ji gelê Êzidî û hemû Kurdan re bibe sedema aştî û azadiyê.
Peyama KCDK-E’yê bi vî rengî ye:
Êzidî ku bawerî û çanda herî kevnar a Rojhilata Navîn e, di dîrokê de rastî komkujiyan hatine.
Îro jî gefên li ser bawerî, hebûna neteweyî û çandî ya Kurdên Êzidî dewam in.
Hikûmeta Iraqê, di vê meha pîroz a gelê me yê Êzidî de gef û êrîşên xwe didomîne.
Di peyamê de işaret bi gefên dewleta Tirk ên li ser Şengalê jî hate kirin û wiha hate gotin:
“Divê çand û ola Êzidiyan were parastin.
Bi boneya vê cejnê divê hemû sazî, bawerî û raya giştî ya Êzidiyan berpirsyariya yekitî û rêxistinbûnê bigrin ser milê xwe.”



