Iraqê dorpêça li ser Mexmûrê girantir kir û rê nade kel û pel bikevin wargehê.
Hevserokatiya Meclisa Gel a wargeha penaberan ya Mexmûrê ragihand ku Iraq nasnameyên xelkê Mexmûrê çênake, xwarinê belav nake û pirsgirêkên tenduristî, îdarî û qanûnî yên wargehê çareser nake.
Hevserokatiya Meclisa Gel ya wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) derbarê zextên Hikumeta Iraqê yên li ser wargehê de daxuyanî da.
Meclisa Gel da zanîn ku Iraq hefteyek e, rê nade kel û pel bikevin nava wargehê û got:
“Hikûmeta Iraqê li şûna pirsgirêkên wargehê çareser bike, her ku diçe kûrtir dike.
Zextên li ser wargehê, bi hevdîtinên vê dawiyê yên Iraq û Tirkiyê re zêdetir bûne.
Tevî banga Rêber Apo, hevdîtinên dewleta Tirk û Iraqê ji bo çareseriya siyasî ti xizmetekê nakin, berovajî wê ji bo dilê hev xweş bikin zextên xwe yên ser wargehê zêde dikin.
Tevî wargeha me di warê ewlekarî û îdarî de girêdayî Hikumeta Iraqê ye, lê Iraq ne amade ye ku pirsgirêkên xelkê wargehê yên weke tenduristî, perwerde, binesazî, îdarî û qanûnî çareser bike.”
Meclisa Gel destnîşan kir ku gelek nexweşên kronîk ku di nav de nexweşên penceşerê hene, nikarin dermanên xwe bigirin û bi nasnameya heyî biçin nexweşxaneyê û wiha domand:
“4 salin nahêlin xwendevanên wargehê biçin zanîngehan de bixwînin û ev derfet ji wan hatiye wergirtin.
Tevî Hikumeta Iraqê gelek caran soz da ku pirsgirêka xwendevanan çareser bike, lê îsal jî xwendin temam dibe û deriyê zanîngehan li xwendevanan nehate vekirin.
Her sal ji bo penaberan li seranserê Iraqê alîkarî tên belavkirin, mehên zivistanê sotemenî tê belavkirin, lê tevî hemû belgeyên pêwîst jî hene, bi salane Iraq vê alîkariyê nade wargehê.”
PDK’ê di 17’ê Tîrmeha 2019’an de ambargo danî ser wargehê û rê neda ku tu kes ji wargehê biçe Hewlêrê. Ji ber rêgiriyê, bi dehan nexweşên rewşa wan giran e, nekarîn biçin Hewlêrê.
Ji wê rojê bi dehan car dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û bê mirov, wargeha Mexmûrê bombebaran kirine.
Di encama êrişan de, heya niha gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.
Vê carê tevî êrişan xwestin, wargehê têl bikin û nehêlin kes ji wargehê derkeve.
Lê xelkê Mexmûrê hemberî vê rawestiya û nehêlan Iraq derdora wargehê têl bike.



