Heyeta Parlamenter a Îngilistan û Yekîtiya Ewropayê (YE) piştî hevdîtinên li Başûrê Kurdistanê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû.
Heyet bi Nûnerên Konseya Suryaniyan û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya MSD’ê Îlham Ehmed re civiya.
Îlham Ehmed pêşwaziya heyetê kir û got, wê komîteyeke ku çavdêriya pêvajoya amadekirina Qanûna Bingehîn a Sûriya nû bike, were avakirin.
Hevdîtinên Heyeta Parlamenter a Îngilistan û Yekîtiya Ewropayê yên li Kurdistanê dewam dikin.
Heyeta Ku 14 kesî pêk tê, doh piştî hevdîtinên li gel Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî derbasî Bakur û Rojhilatê Kurdistanê bû.
Di hevdîtina li gel Mesût Barzanî banga Rêber Apo ya “Aştî û Civaka Demokratîk” hat nirxandin û hate gotin:
Divê tu alî di pêvajoya aştî û çareseriyê de serî li şer û pevçûnan nedin.
Heyet hevdîtin bi Konseya Suryaniyan re kir
Heyet piştî hevdîtinên li Başûrê Kurdistanê derbasî Rojava bû.
Heyet li Rojava destpêkê bi Nûnerên Konseya Suryaniyan re civiya û ji aliyê Nûnera Têkiliyên Derve yê Konseya Suryaniyan Madira Gavriye ve hate pêşwazîkirin.
Madira Gavriye têkildarî rewşa Xiristiyan û Suryaniyên li herêmê agahî dan û metirsiyên xwe yên têkildarî gefên li ser civakên Xirstiyan wiha anî ziman:
Dewleta Tirk bi dewamî ava Çemê Xabûrê qut dike, di encama vê yekê de çem ziwa bûye û zirareke mezin dide debara Suryaniyan.
Îlham Ehmed: Ji bo pêvajoya amadekirina qanûna bingehîn wê komîteyên nû werin avakirin
Heyet piştre li bajarê Qamişlo li gel Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya MSD’ê Îlham Ehmed re hevdîtinek pêk anî.
Îlham Ehmed di hevdîtinê de diyar kir ku diyaloga di navbera partiyên siyasî yên Kurd de hê jî dewam dikin û di mijara yekîtiyê de hevdîtinên girîng tên kirin û got:
Wê di 18’ê Nîsanê de konferansek were lidarxistin û piştî vê konferansê wê komîteyeke ku çavdêriya pêvajoya amadekirina Qanûna Bingehîn a Sûriya nû bike, were avakirin.
Îlham Ehmed anî ziman ku avakirina van komîteyan a beriya nivîsandina Qanûna Bingehîn pêngaveke mecbûrî ye û wiha anî ziman:
Cezayên DYE’yê yên li hemberî Sûriyê kirin û bandora xwe li ser Rojava jî kir.
Îlham Ehmed: Tirkiye rê li ber krîza mirovî vedike
Îlham Ehmedê destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrtiyê dewam dikin û dibêje:
Qutkirina çavkaniyên avê ya bi zanebûnî bi taybetî jî li Kantona Hesekê rê li ber ziwabûneke cidî vekiriye.
Rêveberiya li Şamê bi temamî xwe dispêre îdeolojiya Îslamî û selefî û ji ber vê yekê jî nûnertiya avaniya Sûriyê ya pirneteweyî û piçandî nake.
Heyet di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Rojava de wê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (QSD) Mazlûm Ebdî re jî hevdîtinekê pêk bîne.



