Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand ku ji îro û şûnde partî û namzetên serbixwe dikarin navê xwe ji hilbijartina bê ya parlementoyê re tomar bikin.
Komîsyonê diyar kir ku wê heta 4’ê Gulanê nav werin tomarkirin.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê di daxuyaniyek de ragihand ku ew amadene hilbijartina dema bê ya Iraqê di dema hatî diyarkirin de lidar bixin.
Her wiha komîsyonê diyarkir ku partî û namzetên serbixwe dikarin ji îro heta 4’ê Gulanê navên xwe li cem wan tomar bikin.
Hikûmeta Iraqê biryar daye ku roja 11’ê Mijdara 2025’an hilbijartina parlementoya Iraqê li dar bikeve.



