Di merasîma oxirkirina şevanê QSD`ê şehîd Ebdulezîz Casim de, şêniyên bajarên Tirbespiyê û Çilaxa soza şopandina rêya şehîdan parastina yekitiya pêkhateyan da.
Îro şêniyên bajarên Tirbespiye û Çilaxa yên kantona Cizîrê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ebdulezîz Casim ku di 13’ê Nîsanê de li bajarê Şihêl ê Dêrazorê di encama kemîna çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bûbû, oxir kir.
Şêniyan şehîd li Pakrewangeha Şehîd Delşêr a gundê Digirê wergirt û li wir merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Ziwer Elî di merasîmê de axivî û diyar kir ku malbatên şehîdan bi rêbaza şehîdan ve girêdayî ne û ji bo bidestxistina armancên wan dixebitin û destkeftiyên ku bi xwîna wan hatine bidestxistin diparêzin.
Li ser navê QSD’ê ji fermandarên hêzên leşkerî yên Tirbespiyê Azad Seydo axivî û tekez kir ku hêzên leşkerî li ser soza xwe ne, ji bo parastina welat li hember hemû êrişan.
Her wiha endamê Kongreya Îslama Demokratîk Şêx Elaedîn Mihemed destnîşan kir ku şehadet pileya herî mezin a jiyanê ye û tevlêbûna xwîna pêkhateyên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û berxwedana wan li ser rêya heqîqetê bingeha avakirina edalet û azadiya gelên herêmê ye.
Li ser navê malbata şehîd apê wî Salih Cuma axivî û tekez kir ku ew ê rêya şehîdê xwe bişopînin û dê li hember hemû êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekitiya xwe biparêzin.
Piştî ku belgenameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin, cenazeyê şehîd bi dirûşm û tilîliyan spart axê.



