Beşa sêyemîn a koçberên ku vedigerin herêmên xwe yên li Dêrezorê îro ji kampa El Erîşa ya li başûrê bajarê Hesekê derket.
Ev pêngav di çarçoveya bernameya vegera dilxwazî de pêk tê.
Rêveberiya kampa El Erîşa ya li başûrê bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê, îro beşa sêyemîn a koçberên ku bi dilxwazî vedigerin herêmên xwe, ji kampê derxist.
Derketina koçberan bi serpereştiya Desteya Kar û Barên Civakî û Xebatê û UNHCR’ê di bin parastina Hêzên Asayişê de pêk hat.
Beşa sêyemîn ji 88 kesan pêk tê ku piraniya wan şêniyên Dêrazorê ne ku ji ber şer û pevçûnên li herêmên wan ên di destê rejîma berê de û ji ber êrişên çeteyên DAIŞ’ê koçber bûbûn.
Kampa El Erîşa 25 kîlometreyan li başûrê bajarê Hesekê ye û yek ji kampên herî mezin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.
Nêzîkî 14 hezar koçber ku piraniya wan ji Dêra Zorê û deverên din ên naverast û rojhilatê Sûriyeyê ne, lê dimînin.



