Li Kenyayê bazirganiya moriyan popûler buye.
Kesên ku vê bazirganiyê dikin heba wan bi 200 dolarî difiroşin.
4 kesên dema ku morî direvandin hatin girtin.
Li cîhanê buyerên seyr û balkêş diqewimin.
Li welatê Afrîka, Kenyayê bazirganiya moriyan tê kirin.
4 kesên ku bi sedan morîyên qîmetblind ji welat direvandin hatin girtin.
4 kesên ku bazirganiya moriyan dikirin hatin girtin
Hat ragihandin di nav moriyên dihatin revandin de moriyên paleyî yên mezin ên Afrîkayê jî hene ku bihayê her yek ji wan zêdeyî 200 dolar e.
Ev morî di nava tupên ceribandinê û şiringan de hatin dîtin, ji bo ku bikaribin 2 mehan bijîn.
Hat diyarkirin ev yek rêbazê ji bo xapandina pergalên ewlekariyê ye.
Serwîsa Jiyana Kovî ya Kenyayê (KWS) di wêneyên ku parvekirine de bi sedan pekêtên ku bi pempo hatine dagirtin û di her yekê de du an jî sê morî hene tên dîtin.
Hejmara moriyên ku hewla revandina wan hatiye kirin, nehat zanîn.
Ji kesên bazirgan yên ku di encama operasyonê de hatin girtin 2 Belçîkî, yek Vîetnamî û yek jî Kenyayî ye.
Hat diyar kirin wê ev morî derbasî bazarên sewalên kedîkirî ên egzotîk yên Ewropa û Asyayê bihata kirin.
Çimkî li wir pir bi cureyên kêzikên kêmpeyda ve girêdayî ne.
Serwîsa Jiyana Kovî ya Kenyayê (KWS) ev weke dozeke girîng pênase kir.
Ev sazî zêdetir li dijî revandin û bazirganiya sewalên gir ên mîna fîl û şêran têdikoşe.
Li Kenyayê li gorî peymana curbicuriya jiyanê ya navnetewî morî tên parastin û bazirganiya wê di bin kontrolê de tê girtin.
Dirêjiya moriya paleyî ya Afrîkayê a mezin 20 mm ango 2 santîm e û di nava cureyê xwe de ya herî mezin e.
Rêveberê malpera Best Ants UK, Pat Stanchev ku li Îngilistanê bazirganiya kêzikan dike, dibêje, “Ji ber bedewî û mezinbûna wan gelek kes dixwazin wan weke sewalên kedîkirî xwedî bikin..



