Osman Xêro Xwedêda, ciwanekî Êzidî ye, piştî 11 salan ji pencên DAIŞ’ê hat rizgarkirin.
Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku wan bi rêya operasyoneke taybet ev ciwanê Êzidî ji nava destê çeteyên DAIŞ’ê xelas kiriye.
QSD’ê got ku piştî 11 salan ji revandina wî, Tîmên Operasyonên Leşkerî roja 12’ê nîsanê bi operasyoneke taybet ew rizgar kir.
Osman ê temen 19 salî ji gundê Werdiyê yê Şengalê.
Ew dibêje ku di dema DAIŞ’ê sala 2014’an ew ji Şengalê revandiye, hîna ew zarok bû.
Hingî ew û birayê revandin Mûsilê û piştre wî ji birayê wî qut dikin û tevî 60 zarokên din dişînin bajarê Bûkemalê yê Sûriyê.
Piştî wê, derbasî dewreyeke şerîetê ya 3 salan dibe û navê “Usama El-Sincarî” lê dikin.
Hingî wê dibin Çolistana Sûriyê û perwerdeyeke leşkerî dibîne û 3 salan li wir derbas dike.
Di wir de wî dikin çekdar û dişînin Çolistana Himsê û di 4 salan de, di lingê xwe de birîndar dibe.
Di nava çîrokên xwe de qal dike ku di dema li Çolistan Himsê ne, di dawiya 2024’an de di dema civîna Serçeteyên DAIŞ’ê de, Koalîsyona Navneteweyî êrişekê pêk tîne û 20 çete tên kuştin.
Lewra, vê gavê Osman Xwedêda kêfxweşiya xwe nîşan dide û spasiya Hêzên Sûriya Demokratîk dike.



