Hevseroka Giştî ya DEM Partî Tulay Hatimogûllari rexne li desthilata dewleta Tirk kir û diyar kir heta niha li gorî girîngî û rihê banga dîrokî ya Rêber Apo gav nehatine avêtin.
Tulay Hatîmogûllari ku di civîna koma partiya xwe ya li Meclisê de bibîr xist ku nêzî du meh li ser banga Birêz Ocalan re derbas bûne lê desthilatê li hemberî vê bangê gav neavêtiye û bi rola xwe ranebû û got,
“Ev banga dîrokî, banga ji bo jiyaneke demokratîk û adil ya 85 milyon welatiyan e.
Lê her ku desthilat rihê vê bangê tune bihesibîne û gavên pêwîst neavêje, wê rêya civaka demokratîk jî venebe.
Aştî, bi demokrasiyê dibe. Di vê pêvajoyê de gavên girîng hene ku divê bên avêtin. Berpirsyariya herî mezin jî ya dewlet û desthilatê ye.”



