Şêniyên Helebê şervanê QSD’ê şehîd Şervan Ocalan oxir kir û merasîma xiyabî ji şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Hikmet Kirad û gerîlayê HPG’ê û Şervan Gerîla re li dar xist. Şêniyan got ew destkeftiyên şehîdan biparêzin û têkoşînê bidomînin.
Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Şervan Ocalan (Ehmed Heqî) yê ku di 21’ê Adara îsal de li bajarê Şedadê şehîd bû, oxir kir. Her wiha şênî beşdarî merasîma xiyabî ya şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Hikmet Kirad û gerîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG) şehîd Şervan Gerîla bûn.
Karwanê şêniyan ji pêşiya Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir û ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya herêma Şiqeyêf ve, bi rê ket.
Li goristanê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Aryan Heleb li ser pîroziya şehîdan, destkeftiyên wan û rola wan di avakirina welat û civakên azad de, axivî.
Bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî Ferhad Kobanê axivî û soza tolhildana şehîdan, domandina têkoşînê û şopandina rêya şehîdan heta pêkanîa aramiyê, dubare kir.
Xwişka şehîd Hikmet Kirad, Şêristan Kirad got: “Birayê min demxeyeke ku nayê jibîrkirin di Berxwedana Serdemê de hêla.
Em ê fedakariya wî di bîra xwe û rûpelên dîrokê de zindî bihêlin. Em 8 salan li benda wî man û îro jî em rastiya şehadeta wî bi serbilindî pêşwaz dikin û wî wekî zavayekî zîrek diyarî Efrîna dagirkirî dikin.”
Dayika şehîd Şervan Ocalan, Newal Mihemed got ku gelê Kurd bi saya fedakariya şehîdan ev destkeftiyên heyî bi dest xistin.
Bavê şehîd Şervan Gerîla, Mustefa Nêman jî wiha axivî: “Kurê min bi îsrar û baweriyeke xurt tev li refên gerîla bû û di 10 salan de destanên lehengiyê nivîsandin. Îro jî bi şehadeta xwe têkoşîna xwe bi dawî kir.”
Piştre straneke neteweyî ya li ser Kurdistanê ku bi dengê şehîd Şervan Gerîla û peyameke bideng a şehîd Hikmet Kirad hatin pêxistin.
Di dawiya merasîman de wesîqeyên şehadetê yên her sê şehîdan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyê şehîd Şervan Ocalan hat oxirkirin.



