Îro li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo, Desteya Hundirîn ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin dirûşmeya “Ewlehiya we bawerî ye, hevkariya we parastin e” semînerek hişyariyê derbarê xeteriya bikaranîna madeyên hişbir da.
Di semînerê de hat diyarkirin ku diyardeya madeyên hişbir li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûye.
Ji ber vê Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi pêngava hişyarkirnê kir.
Di semînerê de hat diyarkirin ku divê gel mil bi mil bi hev re bin da ku ev diyarde li vê herêmê bê tunekirin.
Di dawiyê de sînevizyonek derbarê xeteriya narkoktîkê de hat pêşandan.



