Li Şengalê, ji bo pêşwazîkirina Çarşema Sor civaka Êzîdxanê amadekariyên xwe yên cejnê bi dawî kirin û hêvî kirin ku di vê cejinê de, aramî û ewlehî li Şengalê û tevahî cîhanê serwer bibe.
Sibê cejna Çarşema serê Nîsanê ye.
Sibê jî bi pêşengiya Rêveberiya Xweser ya Şengalê wê şehiyek bê lidarxistin.
Şahî bi durişemeya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk bersiva 73’ê Fermanane” li Gerliyê Kersê yê Şengalê bê bi rêvebirin.
Ji bo pîrozbahiyê gelek hunermendên ji Bakur, Başûr, Rojhilatê Kurdistanê û Ewropayê hatin da ku beşdarî pîrozbahiyê bibin.
Her wekî gelek şano û komên çand û hûnerê wê berhêmên xwe di cejinê de pêşkêş bikin.



