Şêniyên Tirbespiyê diyar kirin ku divê rayedarên Tirkiyê piştî peyama Rêber Apo gavên berbiçav biavêjin.
Li ser vê mijarê şêniyên bajarê Tirbespiyê axivîn.
Şêniyêbi navê Hisên Xalid diyar kir ku gelek alî piştgirî dane banga Rêber Apo û got:
“Gelek xwecih, herêmî û navneteweyî piştgirî dane banga Rêber Apo.
Lê Dewleta Tirk a dagirker heya niha tu gav neavêtiye.
Divê piştî vê bangê em Rêbertî di nav xwe de azad bibînin.”
Her wiha Şêniya bi navê Rehma Mela Beşîr jî destnîşan kir ku gelê Kurd û pêkhateyên din ên civakê girîngiya vê pêngavê fêm dikin ji bêr vê yekê piştgiriyê didênê.
Di dawiyê de şêneyê bi navê Naîm Osman jî di dawiyê de wiha axivî:
“Îro ji rayedarên Tirkiyê tê xwestin ku ji bo aştiyê gavan biavêjin.
Divê hêzên navneteweyî zextê li Tirkiyê bikin da ku ber bi aştiyê ve biçe.”



